Bi moşekan êrîşî ser baregeha hewayî ya leşkerî li Kerkukê kirin!

Bi moşekan êrîşî ser baregeha hewayî ya leşkerî li Kerkukê kirin!

PeyamaKurd – Li Kerkukê du teqîn hatin bihîstin, yek li herêmeke niştecihbûnê û ya din jî li balafirgeheke leşkerî. Hate gotin ku teqîn êrîşên bi moşekan bûn. Di bûyerê de tu qurbanî nehatine ragihandin, lê hêzên ewlehiyê lêpirsîn dane destpêkirin.

Berdevkê Polîsê Kerkukê Emîr Nûrî ragihand ku du moşek li bajêr ketine.

Nûrî diyar kir ku yek ji moşekan li Taxa Aroba li malekê ketiye û ya din jî li Balafirgeha Leşkerî ya Kerkukê ketiye, û lêkolînên li ser bûyerê berdewam dikin.

Endamê Meclîsa Parêzgeha Kerkukê Abdullah Miroweys piştrast kir ku li gorî agahiyên destpêkê, yek ji moşekan li Taxa Aroba û ya din jî li derdora balafirgehê ketiye.

Heta niha tu daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn ka kê an kîjan komê êrîş kiriye.

Ev nivîs 128 car hatiye xwendin.