Serok Barzanî beşdarî şîna Pêşmergeyê şoreşên Îlon û Gulanê bû

PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî îro 30yê Hezîranê beşdarî şîna Pêşmergeyê herdu Şoreşên Îlon û Gulanê û xwediyê Madalyaya Barzaniyê Nemir, Ebdullah Ezîz Mela Xal Hemze Mêrgesorî bû.
Di merasîma sersaxiyê de, Serok Barzanî ji nêz ve sersaxî û hevxemiya xwe gihand malbat û kesûkarên koçkirî.
Serok Barzanî hêvî xwest ku Xwedayê mezin giyanê xwedêjêrazî bi bihuştê şad bike û sebr û hedarê bide malbata wî.
Ev nivîs 141 car hatiye xwendin.




