Li kargeheke Hindistanê teqîn pêk hat: 36 karkeran can da

Li kargeheke Hindistanê teqîn pêk hat: 36 karkeran can da

PeyamaKurd – Li eyaleta Telanganayê ya Hindistanê li kargehekê teqîn pêk hat û di encamê de 36 arkeran can da

Hejmara qurbaniyên teqîn û şewata ku duh li kargeheke kîmyewî ya li eyaleta Telanganayê ya Hindistanê qewimî gihîşt 36 kesan.

Karbidestên agirkujiyê got ku di teqîna reaktorê de gelek kes birîndar bûne.

Herweha rayedaran ragihand ku şewata ku piştî teqînê derketiye hatiye vemirandin û hewldanên rakirina bermayiyan berdewam dike û ew lêkolîn dikin ka gelo karker di kargehê de asê mane an na.

Ji aliyê din ve, kompanyaya ya Sigachi Industriesê di daxuyaniyekê de ragihand ku binesaziya bingehîn a hilberîna kargehî zirar dîtiye, dê ji bo 90 rojan were girtin.

Lêpirsîna bûyerê berdewam dike.

Ev nivîs 88 car hatiye xwendin.