Navça Soranê ya bi ser Erbîlê hejiya: Pile 4.0

PeyamaKurd – Rêvebiriya Lêkolîna Erdhejan û ya Metorolojiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku li navça Soranê erdhejekî çêbûye. Ragihandin wehaye:
“Îro roja Duşemê êvarê seet di 19.14an de li navça Soranê ji Çomanê 6 km dûr bi dereca 4.0 erdhejekî qewimiye. Kûrahiya erdhejê 6 km di bin erdê de ye.”
Li gor ragihandina Rûdawê ku agahiya xwe dibe ser pisporê erdhejê yê bi navê Muhammed Kemal ragihandiye ku ciyê erdhejê di navbera sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de, gundê Bêsokê ye û di xaniyên gund de terk li dîwaran ketine.
Di heman wextê de li bajarê Hakkariyê jî erdhejekî ni dereca 4,4 çêbû û dibe erdheja Soranê bi ya Hakkariyê re be.
Ev nivîs 132 car hatiye xwendin.




