Îran ji bo şerê Îsraîlê bi Almanya, Fransa, Brîtanya û YEyê re civiya

PeyamaKurd- Wezîrê Derve yê Îranê îro 20ê Hezîranê li Cenevreyê bi wezîrên derve yên Almanya, Fransa, Brîtanya û Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê re civiya.
Arakçî di civîna Encûmena Mafên Mirovan li Cenevreyê de got, “Divê hemû endamên encûmenê li dijî êrîşên Îsraîlê yên li ser welatê me dengê xwe bilind bikin. Ez ji we dixwazim ku hûn rêzê li qanûnê bigirin û ji bo edaletê bertekan nîşan bidin, ji ber ku Îsraîl bi awayekî nedadperwerane êrîşî welatê me dike û divê were rawestandin.”
Ebas Arakçî diyar kar, “Ti hinceteke Îsraîlê tune ku wan êrîşan li ser Îranê bike, ji ber ku bernameya atomî ya Tehranê di bin çavdêriya Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî de ye û Îran pabendî qanûnên navneteweyî ye.”
Arakçî got, "Em tenê dixwazin di vî şerî de xwe û serweriya welatê xwe biparêzin."
Wezîrê Derve yê Îranê da xuyakirin, ew di dema pêvajoyeke demokratîk û danûstandinên li gel Amerîkayê de hatin armanckirin, ku biryar bû roja 15ê mehê civîn bi merema dîtina çareyeke aştiyane ji bo wê pirsê bê lidarxistin.
Ev nivîs 81 car hatiye xwendin.




