Xaminey berxwe dide: Bila hest pê nekin ku hûn ditirsin

Xaminey berxwe dide: Bila hest pê nekin ku hûn ditirsin

PeyamaKurd- Rêberê Olî yê Îranê Ayetullah Elî Xaminey, di demeke ku Îsraîl behsa hedefgirtina wî dike û derbên giran li Tehranê dixe de, bang li gelê kir ku bi biryardarî tevbigerin.

Rêberê Olî yê Îranê di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de bang li gel kir û daxwaz kir ku li hemberî dijmin helwesta xwe bi biryar bidomînin.

Xaminey got, "Dixwazim eşkere ji miletê me yê delal re bibêjim. Eger dijmin hest bike ku hûn ditirsin, ew ê we nehêle. Helwesta ku we heta niha nîşan daye, bi heman biryardarî û hêzê bidomînin."

Hêjayî bibîrxistinê ye, Îsraîlê bi hinceta ku Îran hewl dide bibe xwedî çekên atomî ji 13ê Hezîranê ve bingehên leşkerî û nukleerî yên Îranê bombe dike. Îran jî bi moşekan bersiva êrîşan dide ku Tehranê heta niha windayên mezin dane.

Ev nivîs 129 car hatiye xwendin.