SOHR: Artêşa Îsraîlê li Sûriyê bendeke kontrolê danî

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku artêşa Îsaîlê li têketina bajarokê Cebata Xeşeb ê li bakurê Quneytrayê bendeke kontrolê danî.
Li gorî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) îro 19ê Hezîranê hêzeke artêşa Îsraîlê ku ji 3 wesayîtan û nêzîkî 15 leşkeran pêk dihat, kete bajarokê Cebeta Xeşeb ê li bakurê Quneytra ya Sûriyê û li wir bendeke kontrolê danî.
SOHRê da zanîn ku hêza Îsraîlê li herêmê di rewşeke hişyarî û bendewariyê de bi cih bû, bêyî ku ti pevçûneke çêbe. Hêzên Îsraîlê doh jî li gundewarên Quneytrayê rêzeoperasyonên bejahî pêk anîn û hevdem liv û tevgereke zêde ya balafirên şer ên Îsraîlê jî li herêmê hebû.
Ev nivîs 107 car hatiye xwendin.




