Li goristaneke Necefê yekî malbatek gulebaran kir: 3 mirî, 5 birîndar

PeyamaKurd – Li gorî çavkaniyeke ewlehiyê, îro 20ê Hezîrana 2025an, di êrîşeke çekdarî de li goristana Wadî Selam a Necefê a li Iraqê, çekdarekî gule li malbatekê reşand, 3 kes kuştin û 5 kesên din, di nav wan de 3 jin jî birîndar kirin.
Hêzên ewlehiyê dever dorpêç kirine, cenaze ji bo lêkolîna bijîşkî ya dadwerî hatine şandin, û birîndar ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneyê. Lêgerîna çekdarê reviyayî dest pê kiriye. Çavkaniyê diyar kir ku sedema bûyerê nakokiyeke eşîrî ye.
Ev nivîs 73 car hatiye xwendin.





