Almanyayê şandina çekan bo Îsraîlê pesend kir

PeyamaKurd - Hikûmeta nû ya Almanyayê di pênc hefteyên ewil ên erka xwe de, hinardekirina çekan a bi qasî nirxê 4 milyon euro ji bo Îsraîlê erê kir.
Wezareta Aborî û Parastina Avhewayê ya Almanyayê, di bersiva pirseke Partiya Çep de ragihand ku hikûmetê destûr daye hilberînerên Alman ku di navbera 7ê Gulanê û 10ê Hezîranê de, çekên bi nirxê 3 milyon 986 hezar euro bide Îsraîlê.
Hêjayî gotinê ye, firotina çek û alavên leşkerî yên Almanyayê ji bo Tel Avîvê di sala 2024an de gihîştibû 161,1 milyon euroyan.
Hikûmetê di sala 2023yan de firotina çek û alavên leşkerî yên bi nirxê 327 milyon euroyan ji bo Îsraîlê erê kiribû.
Di sala 2023yan de firotina çek û alavên leşkerî yên Almanyayê ji bo Îsraîlê li gorî sala 2022yan 10 qat zêde bûbû.
Ev nivîs 149 car hatiye xwendin.




