Medya Brîtanî: Trump ji Zelenskiy pirs kir, 'Çima êrîşî Moskowê nakî?'

Medya Brîtanî: Trump ji Zelenskiy pirs kir, 'Çima êrîşî Moskowê nakî?'

PeyamaKurd- Li gor nûçeya Financial Times a Brîtanyayê, Serokê Amerîkayê Donald Trump di 4ê Tîrmehê de di civîna xwe ya bi Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy re jê pirsî gelo Ukrayna dikare Moskowê bike armanca êrîşê, ger Amerîka çekên dûravêj dabîn bike.

Li gorî du çavkaniyên ku agahiyên wan li ser vê mijarê hene, Trump rojek piştî civîna xwe ya bi Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re, di axaftina telefonê ya bi Zelenskiy re de, jê pirsî: "Vladîmîr, tu dikarî li Moskowê bixî? Tu dikarî li St. Petersburgê jî bixî?"

Di nûçeyê de herwiha hat gotin ku piştî hevdîtina Zelenskiy û Trump, lîsteyek ji pergalên dûravêj ên ku Ukrayna dikare bi rêya welatên sêyemîn bi dest bixe, ji wan re hatiye pêşkêşkirin.

Li gor nûçeya rojnameya Amerîkî Washington Post jî, Trump di vê hevdîtinê de ji rêberê Ukraynayê Zelenskiy pirsî ka çima paytexta Rûsyayê nake armanc û Zelenskiy jî bersiv da ku ger Amerîka çekên pêwîst dabîn bike, êrîşeke wiha mimkun e. Di nûçeyê de hat gotin ku Trump difikire ku destûrê bide Kîevê ku 18 moşekên ATACMS ên li Ukraynayê ji bo êrîşkirina axa Rûsyayê bikar bîne û moşekên din jî dabîn bike.

Ev nivîs 134 car hatiye xwendin.