Ji DEM Partiyê spasiya taybet bo Herêma Kurdistanê: Rola wê jêneger e

PeyamaKurd- Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, li navenda partiyê daxuyanî dan.
Dogan di dema civîna Lijneya Giştî ya DEM Partiyê de agahî dan rojnamevanan û pêngava merasîma çekberdana komeke PKKê û şewitandina çekan di 11ê Tîrmehê de, wekî "rojeke dîrokî" bi nav kir.
Dogan got ku ev gav ne tenê ji bo Tirkiyeyê ji bo tevahiya cîhanê peyameke girîng e û spasiyeke taybet li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji ber piştgiriya wê.
Berdevka DEM Partiyê bi awayekî taybet rola Hikûmeta Herêma Kurdistanê di pêvajoyê de anî ziman û spasiyên xwe pêşkêş kir û got ku piştgiriya Herêma Kurdistanê ji bo serxistina pêvajoyê xwedî roleke jêneger e.
Dogan wiha axivî: “Spasiyeke me ya taybet ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê heye. Wan ji bo avakirina bingeha pêvajoyê piştgirî dan, mêvandarî kirin û ji bo berdewamiya pêvajoyê jî israra xwe nîşan dan. Bêyî ku em navê partiyan bidin, peyama ku me li Herêma Kurdistanê dît pir girîng bû. Rojnamevan û hemû kesên ku merasîm li cihê bûyerê şopandin, dixwazin ev pêvajo leztir bibe. Ew dixwazin ku Tirkiye bigihîje aştiyeke wekhev, dadperwer, birûmet û mayînde. Dixwazin Tirkiye bibe welatekî demokratîk, dewlemend û ji bo vê yekê jî amade ne ku berpirsiyariyê hildin ser milên xwe.”
Ev nivîs 121 car hatiye xwendin.




