SOHR: Hêzên Şamê li mêvanxaneyeke Siwêdayê 12 Durzîyên sivîl kuştin

SOHR: Hêzên Şamê li mêvanxaneyeke Siwêdayê 12 Durzîyên sivîl kuştin

PeyamaKurd- Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûrîyê (SOHR) ragihand, hêzên leşkerî yên Sûriyeyê li bajarê Siweydayê bi ser mêvanxane a malbatekê de girtin û 12 sivîlên Durzî li cihê bûyerê kuştin.

SOHRê îro 15ê Tîrmehê eşkere kir, "Çekdarên endamên wezaretên parastin û navxwe ya hikûmeta Sûriyê piştî ku bi ser mêvanxaneya malbata Ridwan de li bajarê Siweydayê  girtin, 12 welatî înfaz kirin."

Li gorî SOHRê, di êrîşê de herî kêm 15 sivîlên din jî birîndar bûne û rewşa gelek ji wan giran e. Ev êrîş di demekê de pêk tê ku operasyonên leşkerî li Siweydayê zêde bûne û hêzên hikûmetê bi binpêkirinên giran ên mafên mirovan tên tometbarkirin.

Li gundewarê rojavayê Siweydayê, hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê çend jin û mêr ji gundê Cerîn revandine. Çarenûsa wan nediyar e û tirs heye ku ew jî rastî kuştinên bê darizandin bên. Êrîşa li ser mêvanxaneyê û bûyerên revandinê rastî şermezarkirineke berfireh ji aliyê civaka herêmî ve hatin.

Li gorî SOHRê, ji destpêka gera dawî ya şer ve herî kêm 116 kes hatine kuştin; ji wan 64 Durzî û 52 leşkerên Sûrî û çekdarên eşîrên Bedewî ne.

Herî dawî Wezîrê Berevaniya Sûriyê Ebû Qesre ragihandibû ku îro 15ê Tîrmehê agirbest hatiye ragihandin û hêzên ewlehiyê derbasî nav Siwêdayê bûne.

 

Ev nivîs 140 car hatiye xwendin.