Netenyahu: “Em ê êrîşên zêdetir bikin ser Şamê an nekin ew girêdayê kiryarên Şamê ye”

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netenyahu li ser kiryarên Şamê yên ser Durziyan daxwuyanî da û Şamê tehdîd kir. Li Suweydayê di navbera Duriziyan û eşîrên Ereban de şer derketibû û bi rojan li hev xistibûn. Piştî di navbera wan de agirbes çêbû, Netenyahu bi daxwuyaniyekî Şamê tehdîd kir.
Netenyahu êrîşên hewayî yên li ser Suweydayê bibîr xist û got:
“Înşallah em mecbûr nemînin ku zêdetir bikin. Ev jî digêdayê kiryarên Şamêne ku wê çi bikin an çi nekin.”
Ofîsa serokwezîrtiya Îsraîlê dema Netenyahu û wezîrê darayî yê Îsraîlê Bezalel Smotrich li Wadiya Urdinê seredana yekîneya leşkerî ya Ultra-Ortodoks Yahudi (Haredi) kir axaftinekî kir.
Netenyahu got ku li Sûriyê dixebitin û mecbûr mane ku rojavayê- başûrê Sûriyê ji çekan safî bikin. Netenyahu got:
“Sûriye desthilatê qebûl nake û em ê îznê nedin ku Sûriye ji bo Îsraîlê bibe Lubnana duyem. Erka me ye ku em Durziyan biparêzin. Me êrîşê Sûriyê kir û ji niha û pê de her tişt maye li ser tewrê Sûriyê.”
Ev nivîs 108 car hatiye xwendin.




