Serokê Îmaratê îro wê li Tirkiyeyê be

Serokê Îmaratê îro wê li Tirkiyeyê be

PeyamaKurd - Serokê Îmaratên Erebî yên Yekbûyî (ÎM) Şêx Mihemed bin Zayed Al Nahyan wê li ser vexwendina Serokkomar Recep Tayyip Erdogan serdana Tirkiyeyê bike.

Rêvebirê Ragihandinê yê Serokkomar Burhanettin Duran li ser medyaya civakî ragihand ku Serokkomarê ÎM Al Nahyan wê îro û sibê li ser vexwendina Serokkomar Erdogan serdana fermî ya Tirkiyeyê bike.

Duran di posta xwe de wiha got:

"Bi boneya serdanê, civîna yekem a Konseya Stratejîk a Asta Bilind a ku di navbera Tirkiye û Îmaratên Erebî yên Yekbûyî de di sala 2023an de hatiye damezrandin wê were lidarxistin. Di civînên ku wê li Kompleksa Serokkomariyê bi Serokkomar û şandeya wî re werin lidarxistin de, wê gavên ji bo kûrkirina hevkariya stratejîk a di navbera her du welatan de werin nîqaşkirin û wê nêrîn li ser pirsgirêkên herêmî û cîhanî yên heyî werin parvekirin."

Ev nivîs 68 car hatiye xwendin.