Durziyên li Îsraîlê xwe amade dikin da ku derbasî Sûriyeyê bibin

PeyamaKurd – Radyoya Artêşa Îsraîlê ragihand ku civaka Durzî ya li Îsraîlê bang li endamên xwe kir ku xwe amade bikin da ku derbasî Sûriyeyê bibin.
Ev bang di demekê de hat kirin ku li Siwêdayê şer dîsa gur bûn û tevî agirbestê jî çekdarên HTŞyê êrîşî Durziyên li wir dikin.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan leşkerên xwe yên li ser sînorê Sûriyeyê zêde kirine.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsraîl Katz jî got, “Em ê êrîşên xwe yên li ser hêzên rejîma Sûriyeyê bidomînin heta ku ew ji Siwêayê vekişin.” Hêza Hewayî ya Îsraîlê îro gelek êrîşên hewayî li ser Siwêdayê, li dijî çekdarên HTŞyê (Artêşa hikûmeta demkî ya Sûriyeyê) pêk anîn.
Ji aliyekî din ve, rêberiya ruhanî ya Durzî li Sûriyeyê bang li civaka navneteweyî kir û got, "Siwêdayê rizgar bikin û xwînrijandinê rawestînin."
Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, hejmara qurbaniyên li başûrê Siwêdayê heta îro bûne 248 kes.
Ev nivîs 105 car hatiye xwendin.




