Rêvebiriya Trump ji Îsraîlê xwest ku êrîşên ser Sûriyê rawestîne

Rêvebiriya Trump ji Îsraîlê xwest ku êrîşên ser Sûriyê rawestîne

PeyamaKurd – Rêvebiriya Trump ya DYAyê ji Îsraîlê xwest ku êrîşên xwe yên ser Şamnê rawestîne. DYA hişyariyê dide ku dibe êrîşên Îsraîlê îstîqrarê bixe talûkê û divê raste rast bi Şamê re bikeve nav têkiliyê.

Malpera xebaran ya Axiosê ku nûçeya xwe biriye ser rayedarekî DYAyê, rêvebiriya Trump xwestiye ku Îsraîl raste rast diyalogê bi Şamê re deyne û hişyariyê daye Îsraîlê û gotiye ku êrîşên ser Şamê yên ser serokerkaniyê û serokkomariyê dikare îstîqrarê bixe talûkê.

Nûnerê Trump yê Sûriyê û hem balyozê Ankara yê Tirkiyê Tom Barrack di nav 2 rojên dawiyê de bi wezîrê karên stratejik yê Îsraîlê bi Ron Dermer re çend car di rêya telefonê de axifiye.

Rayedarê DYAyê jî gotiye ku wan ji Îsraîlê re gotiye paşde vekişin û nefesê bistînin. DYA dixwaze Îsraîl  raste rast bi Şamê re diyalogê deyne.

Ev nivîs 102 car hatiye xwendin.