Wezîr Rubio: “Me li ser pêngavên ku şerê Sûriyê rawestînin li hev kir”

PeyamaKurd – Êrîşên hewayî yên ser Sûriyê dewam dikin lê ji terefê DYAyê daxwyanûyekî hat. Wezîrê kar û barên derve yê DYAyê Marco Rubio got:
“Me li ser pêngavên ku şerê Sûriyê rawestînin li hev kir. Rewş gelek aloze û ji bo şer rawestînin em bi her dû terefan re di nava têkiliyan de ne. Di nav çend seetên pêşiya me de, ji bo ew çend seetên ku me dît bi dawî bikin, em bi hêvî ne ku pêşdeçûnekî bibînin.”
Wê agirbes kengê bibe heya niha zelal nîne. Di 13ê meha Tîrmehê de li başûrê Sûriyê li bajarê Suweydayê di navbera Durzî û eşîrên Ereb de şer derketibû û heya niha dewam dike. Eşîrên Ereb desteka xwe ji rêvebiriya Şamê digrin.
Îsraîl naxwaze Durzî têk herin û bibin cîranên Erebên tundrew yên Îslamî. Durzî li Golanê jî hene û hemwelatiyên Îsraîlê ne. Bi Durziyên Suweydayê re yekin û dixwazin îdara xwe ew bi xwe bikin. Çend caran HTŞê xwest ku êrîşê wan bikin û wan desteser bikin lê Durzî rê neda Şamê an ku HTŞê.
Najarê Suweydayê an ku Durzî yekemxelke ku li hemberê rejîma Beşar Esad serî rakir û ket nav raperînê.
Ev nivîs 100 car hatiye xwendin.




