SOHRê hejmara dawî ya kuştiyên Durzî eşkere kir

PeyamaKurd- Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku ji ber pevçûnên li Siwêda ya Sûriyê ji 13ê Tîrmehê ve nêzî 250 kes hatine kuştin.
SOHRê diyar kir, 21 kes (3 jê jin) li qadan ji hêla hêzên wezaretan parastinê û navxwe ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve hatine darvekirin.
SOHRê destnîşan kir ku bi guleyên obîs û hewanan û balafirên bêmirov taxên bajarê Siwêdayê û gundê Sehwet El Belata hatin bombebarankirin. Di encamê de gelek qurbanî çêbûn, elektrîk û înternet li ser xelkê qut bû.
Bangên xelkê yên rawestandina rageşiyê û dabînkirina korîdorên ewle ji bo derbaskirina alîkariyan dewam dikin û hat gotin ku divê parastina kadroyên tibî û sivîl li gel hilweşîna xizmetguzariyên bingehîn were kirin.
Ev nivîs 106 car hatiye xwendin.




