Serokwezîr Barzanî û Wezîrê Berevaniya Estonyayê Hanno Pevkur civiyan

Serokwezîr Barzanî û Wezîrê Berevaniya Estonyayê Hanno Pevkur civiyan

PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 16ê Tîrmehê pêşwazî li Wezîrê Berevaniya Estonyayê Hanno Pevkur kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî hevdîtinê ragihand ku di civînê de li ser pêşxistina têkiliyên dualî û bi taybet jî di warên ewlehî û bergiriyê de danûstandin hatin kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasiya Estonyayê kir, ji ber piştevanî û alîkariya wê ji bo Herêma Kurdistanê di çarçoveya hevpeymaniya navneteweyî ya li dijî DAIŞê de.”

Ev nivîs 106 car hatiye xwendin.