Li Amedê di êrîşa ser jinekî de, jin jiyana xwe ji dest da

Li Amedê di êrîşa ser jinekî de, jin jiyana xwe ji dest da

PeyamaKurd – Li bajarê Diyarbekirê li navça Yenişehirê li taxa Şehîtlikê zilamekî li jinekî xist û ew kuşt.

Jin a bi navê İ.A. bi xwuşka xwe ya mezin û birayê xwe re, ji pîrozbahiya rojbûnekî dihatin û dema diket avahiyê, zilamê bi navê C.A.(30) bi demançê lê xist û jinê birîndar kir.

Dema tîmên lezgîn yên 112an çûn ciyê bûyerê, jina birîndar birin nexweşxanê lê jinik li nexweşxanê can da. Polîs ket pey kujer C.A. da wî bigre.

Tê gotin ku kujer bi jina can dayî re dijiya.

Ev nivîs 121 car hatiye xwendin.