Hevserokên Giştî yên DEMê serdana Demîrtaş dikin

PeyamaKurd - Hevserokên Giştî yên DEMê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari wê sibê li Girtîgeha Edîrneyê serdana Selahattin Demirtaş û Selçuk Mizrakli bikin.
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) wê serdana Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş ê nêzî 9 sal in li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye û Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mîzrakli yê ku qeyûm tayînî şûna wî kiriye bikin.
Çavkaniyên Partiya DEMê ragihandin ku serdan wê îro pêk were, lê dem nehatiye dayîn.
Tûncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari doh li Girtîgeha Kandirayê çûn serdana Hevseroka Giştî ya HDPê ya berê Fîgen Yuksekdag û parlamenter Semra Guzel.





