Nêçîrvan Barzanî sersaxî ji bo kesûkarên qurbaniyên navenda danûstandinê xwest

Nêçîrvan Barzanî sersaxî ji bo kesûkarên qurbaniyên navenda danûstandinê xwest

PeyamaKurd – Li navendeke danûstandinê ya bajarê Kutê, li parêzgeha Wasitê ya Iraqê şewat derket û herî dawî hat ragihandin ku 50 kesî can daye û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî bi daxuyaniyekê sersaxî ji bo malbatên qurbaniyan xwest û hevxemiya xwe ya ji bo wan nîşan da.

Di peyama xwe de ya li ser Xê, Nêçîrvan Barzanî weha got:

"Bi xemgîniyeke mezin, me ev felaketa dilşewat şopand, ku bi dehan welatiyan canê xwe ji dest da û gelek kes birîndar bûn. Dilê me bi malbatên qurbaniyan re ye, û em êşa wan a kûr û vê trajediya mezin bi par ve dikin."

Wî ji Xwedê xwest ku rehmê li miriyan bike, sebirê bide malbatan û zû şifayê bide birîndaran.

 

Ev nivîs 101 car hatiye xwendin.