Almanya: Em kuştina Durziyên sivîl bi tundî şermezar dikin

Almanya: Em kuştina Durziyên sivîl bi tundî şermezar dikin

PeyamaKurd- Wezîrê Derve yê Almanyayê Johann Wadephul, derbarê rewşa dawî ya Sûriyeyê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Wadephul, li ser alozî û şerê li Siwêdayê û destwerdana Îsraîlê, bang li aliyan kir ku xwe ragirin û got, dîmenên ji Sûriyeyê tên, gelekî dijwar in.

Wezîrê Alman herwiha got: "Kuştiyên di pevçûnên dawî yên li Siwêdayê de ku gelek sivîl jî di nav de ne, şokeke mezin e. Ez êrîşên li ser kêmneteweya Durzî bi tundî şermezar dikim. Divê berpirsiyarên van êrîşan bên darizandin."

Wadephul destnîşan kir, "Divê Sûriye nebe qada lîstikê ya rageşî û aloziyên herêmî" û li ser êrîşên asmanî yên Îsraîlê bang li hemû aliyên herêmî û biyanî kir ku ti gavekê neavêjin ku aramî û pêvajoya veguhertinê ya Sûriyeyê têxe xeterê. Herwiha got ku niha ya girîng ew e ku hemû alî li gorî agirbestê tevbigerin û pevçûnan bidawî bikin.

Ev nivîs 116 car hatiye xwendin.