Dadgeha Brukselê: Wê sewqiyata leşkerî ji lîmana Antwerp-Brugesê neçe Îsraîlê

PeyamaKurd – Dadgeha Brukselê fermanê da hukumeta herêmî ya Flamanê ku wê ji lîmana Antwerp-Brugesê sewqiyata sîlihan neçe bo Îsraîlê. Biryar ji bo lîmana Antwerp-Brugesê ye jî ji ber ku ji lîmanê sewqiyata techîzatên leşkerî gelek çêdibe.
Bruksel ciyê biryarên girînge ku Ewrûpa piraniya dîplomasiyê li wê derê dimeşîne û hem ji bo dinyayê jî gelek girîng e. Dadgeha Brukselê biryarekî girîng di derbarê şandina çekan ya ji bo Îsraîlê da. Biryara dadgehê herkesê wê derê girêdide.
Ragihandin ji aliyê ajansa Belçikayê ji aliyê Belga de hat kirin. Lîmana Antwerp-Brugesê lîmana herî mezine ku jê sewqiyatên dinyayê tên kirin. Lîman di nav sînorê herêma Flamanê de ye û ciyê sewqiyata çeka ye.
Piştî biryara dadgehê, hukumeta Belçîkayê bangekî dîplomatîk bo Îsraîlê kir û di daxwuyaniyê de hat gotin ku rêvebiriya Îsraîlê divê mudaxeleyên leşkerî rawestîne û rêz li desthilata Sûriyê bigre û yekîtiya axa wê biparêze.
Ev nivîs 88 car hatiye xwendin.




