Ji NATOyê fermana bilez şandina Patriotan bo Ukraynayê

PeyamaKurd- Fermandarê Hêzên Hevpeymanên Ewropayê yê NATOyê, General Alexus G. Grynkewich, di konferansa LandEuro 2025 de li bajarê Wiesbaden ê Almanyayê axivî û got ku amadekariyên ji bo şandina sîstemên parastina asmanî yên Patriot bo Ukraynayê didomin.
Grynkewich anî ziman ku ew ji bo vê mijarê bi Almanyayê re gelekî nêzîk dixebitin û ferman ji wî re hatiye dayîn ku ew vê pêvajoyê di dema herî kurt de bi dawî bike.
Li ser girîngiya sîstemên Patriot, Grynkewich diyar kir ku parastina hewayî di şerên nûjen de gelekî girîng e û bi taybetî li hember êrîşên dawî yên Rûsyayê yên li ser Ukraynayê, ev mijar ji bo rêveberiya NATO û DYA armanceke sereke ye.
Grynkewich got, "Ez plan dikim ku herkesî bînim ba hev da ku em derfetên heyî binirxînin û bigihîjin vê armancê. Ev pêvajo dê bi rêzkirina sîstemên ku dê ji Ukraynayê re werin şandin ve girêdayî be."
Grynkewich her wiha got ku sîstemên parastinê yên ku li Ewropayê heyî dikarin ji yên nû ku ji xeta hilberînê derkevin, zûtir werin şandin. Wî got, "Fermana ji min re hatiye dayîn, ew e ku sîstemên ku Ukrayna ji bo parastina xwe hewce dike, bigihînin wir. Em ê pêvajoyê bi leza herî zêde bimeşînin. Amadekarî ji bo şandina kapasîteya yekem a sîstemên Patriot, jixwe dest pê kiriye."
Ev nivîs 112 car hatiye xwendin.




