Grûba PDKyê li dijî êrîşên bi dronan xwest ku parlemantoya Iraqê bicive

PeyamaKurd – Grûba Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê, daxwaza lidarxistina civîneke awarte ya parlamentoyê kir ji bo gotûbêjkirina êrîşên bi dronan ên li ser Herêma Kurdistanê. PDKyê tekez kir ku ev êrîş serwerî, asayîş û aramiya Iraqê têk dibin.
Grûba PDKyê ya li Parlamentoya Iraqê, îro 17ê Tîrmehê daxuyaniyek derbarê êrîşên bi dronan ên li ser zeviyên petrolê û binesaziya aborî ya Herêma Kurdistanê belav kir.
Di daxuyaniya grûba PDKyê de hat gotin: "Di çarçoveya zextên aborî yên nerewa de yên li ser Herêma Kurdistanê, di çend rojên borî de, bi rêya dronên bombekirî, gelek êrîşên terorîstî hatin kirin li dijî gelek saziyên giring ên Herêma Kurdistanê, di nav wan de jî binesaziya aborî, parzûngehên petrolê, çavkaniyên enerjiyê."
Grûba PDKyê daxwaza lidarxistina civîneke awarte ya Parlamentoya Iraqê kir "ji bo gotûbêjkirina van pêşhatên metirsîdar û çavdêrîkirina tedbîrên hikûmetê yên derbarê vê mijarê de", ji bo "bihêzkirina rola desthilata qanûnê ya di parastina welat û welatiyan de."
Di heman demê de PDKyê behsa wê yekê jî kir: "Ji ber berpirsiyariya me ya nîştimanî, em daxwazê ji hikûmeta federal dikin ku berpirsiyariya xwe ya destûrî ya parastina asayîş û aramiya welat bîne cih û gavên cidî ji bo rawestandina êrîşan bavêje; hernweha êrîşkaran eşkere bike û wan darizîne."
Grûbê êrîşên bi dronan ên li ser Herêma Kurdistanê weke "pêşhateke metirsîdar ji bo serweriya Iraqê û ewlehî û aramiya wê" bi nav kir û tekez kir ku êrîş zirareke mezin digihînin aboriya Iraqê.
Derbarê kesên ku li pişt êrîşan in jî, hat gotin: "Diyar e, ew kesên li pişt êrîşan in, ne nîştimanperwer in, lê li dijî gelê Iraqê û yekrêziya wê kar dikin."
Ji destpêka vê mehê ve, her roj êrîşên bi dronan li dijî firokexane û zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê tên kirin. Her çiqasî Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji bo lêkolînê komîteyek ava kiribe jî, lê heta ne kes hatiye girtin û ne jî hatiye cezakirin.
Ev nivîs 109 car hatiye xwendin.




