Mesrûr Barzanî û Balyozê Tirkiyeyê têkiliyên dualî û pirsgirêkên herêmî gotûbêj kirin

Mesrûr Barzanî û Balyozê Tirkiyeyê têkiliyên dualî û pirsgirêkên herêmî gotûbêj kirin

PeyamaKurd – Îro, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya Balyozê Giştî yê Tirkiyeyê yê li Iraqê Anil Bora Înan û şandeya li gel wî kir.

Di civînê de ya ku Konsulê Giştî yê  Tirkiyeyê yê li Hewlêrê Îrman Topçû jî amade bû, mijarên giring ên wekî xurtkirina têkiliyên dualî, rewşa siyasî û aborî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrolê ya bi rêya Tirkiyê, çareserkirina nakokiyên bi hikûmeta federal a Iraqê re, parastina mafên destûrî û darayî yên Herêma Kurdistanê hatin nîqaşkirin.

Di hevdîtinê de, her du aliyan tekezî li ser pêwîstiya rawestandina êrîşên terorîstî yên li dijî binesaziya aborî û enerjiyê ya Herêma Kurdistanê kirin. Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Tirkiyeyê kir ji ber alîkarî û piştgiriya wê ya di demên şer û aloziyên dawî de ji no gelê Kurdistanê.

Balyoz Giştî yê Tirkiyeyê yê li Iraqê Anil Bora Înan, pesnê reformên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên di warê enerjiyê de, bi taybetî jî pesnê projeya peydekirina elektrîkê ya 24 demjimêran, veda û ew wekî gavine giring nirxandin.

Her weha, giringiya zêdekirina hewildanên ji bo serkeftina pêvajoyê aştiyê ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî di nav mijarên sereke yên civînê de bû.

Ev nivîs 90 car hatiye xwendin.