Di dema xebatê de şaredarê bajarokê Yazıkonak a bajarê Xarpêtê birîndar bû

PeyamaKurd – Di dema xebatê de şaredarê bajarokê Yazıkonak a bajarê Xarpêtê ji ber borûya plastîk ji jor de ket, şaredar Hatif Çadırcı û xebatkarekî şaredariyê birîndar bûn.
Li devera Sanayiya Organîze ya bajarokê Yazıkonakê ji bo depoya avê û avahiyên bingehîn nûh dikirin, xalata ku makîna kar bilind kir, xalat qetiya û borû li şaredar Hatif Çadırcı û xebatkarê şaredariyê Sabri Şen ket û her dû birîndar bûn. Şaredar ji bo kontrola xebatên şaredariyê çûbû ciyê xebatê.
Li ser bûyerê, tîmên tendursitiyê yên 112an û cendrime çûn ciyê bûyerê. Her dû birîndaran Çadırcı û Şen birin nexweşxana Xarpêtê (Elazığ) ya bajêr ya Fethi Sekin.
Ev nivîs 91 car hatiye xwendin.




