Li Diyarbekirê mînîbusa karkeran wergeriya: 17 karker birîndar bûn

Li Diyarbekirê mînîbusa karkeran wergeriya: 17 karker birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Diyarbekirê (Amedê) li ser rêya Diyarbekir-Farqînê li texma rêya ku diçe Bismilê, di wexta sibê de desthilata mînîbusê ji destê ajotvan derket û mînîbus wergeriya nav zeviyê. Di mînînbusê de 17 karkerên çandiniyê birîndar bûn.

Rêwiyên ku di rê de diçûn û paşî tîmên tenduristiyê birîndaran birin nexweşxanê. Hat gotin ku rewşa 2 birîndaran xerab e.

Tîmên cendirmeyan li ser qezayê dest bi lêkolîna xwe kirin.

Ev nivîs 58 car hatiye xwendin.