Li Rojavayê Kurdistanê êrîşên ser Durziyan hatin protesto kirin

PeyamaKurd- Li bajarên Rojavayê Kurdistanê û yên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de, êrîşên ser Siwêdayê ku bi dehan Durziyên sivîl di nav çend rojên dawî de, ji aliyê çekdarên hikûmeta Sûriyê ve hatin kuştin, hate protesto kirin.
Meclisa Parastina Zarokan a herêma Cizîrê derbarê êrişên li ser Siwêdayê de ku di encamê de jin û zarok jî di nav de, bi sedan kes hatin qetilkirin û bi sedan jî birîndar bûn, li pêşiya avahiya Komîseriya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Qamişloyê daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de komkujiyên li Siwêda û peravê hatin şermezarkirin û hate bibîrxistsin ku sivîl li malên xwe ji aliyê hêzên hikumeta veguhêz ve tên qetilkirin.
Herwiha li Tebqa, Reqa, Qamişlo û Hesekê jî ji aliyê endamên Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk ve daxuyanî hatin dayîn û êrîşên ser Durziyên Siwêdayê hatin şermezarkirin.
Di daxuyaniyan de hate gotin: "Rêya xelasiya ji trajedyayê bi diyalog û aqilmendiyê ye, ne bi çek û provokasyonan. Divê ol bibe hêza ehlaqê, nebe wesîleya rewakirina sûc û binpêkirinan."
Ev nivîs 97 car hatiye xwendin.




