Netanyahû: Em destûrê nadin leşkerên Sûriyê dakevin başûr û zirarê bidin Dûrziyan

Netanyahû: Em destûrê nadin leşkerên Sûriyê dakevin başûr û zirarê bidin Dûrziyan

PeyamaKurd- Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû, derbarê êrîşên li ser Sûriyeyê de daxuyaniyek da û diyar kir ku du "xetên wan ên sor" li herêmê hene. Ya yekem, divê herêma başûrê Şamê, ji devera Golanê heta Çiyayê Dûrzî, bêçek be. Ya duyem jî, divê civaka Dûrzî ya li Çiyayê Dûrzî were parastin.

Netanyahû destnîşan kir ku rejîma Sûriyeyê ev xetên sor binpê kirine û artêşa xwe şandiye herêma ku divê bêçek be û dest bi kuştina Dûrzîyan kiriye û got, "Me ev yek qet qebûl nekir. Min ferman da Hêzên Parastina Îsraîlê (IDF) ku bi lezgînî tevbigerin."

Serokwezîrê Îsraîlê diyar kir ku di encama vê çalakiyê de, agirbestek pêk hat û hêzên Sûriyeyê vekişiyan Şamê.

Netanyahû tekez kir ku ev agirbest bi bikaranîna hêzê hatiye bidestxistin, ne bi daxwazan û got, ew ê destûr nedin leşkerên Sûriyeyê dakevin başûrê Sûriyeyê û zirarê bidin Dûrzîyan.

Ev nivîs 111 car hatiye xwendin.