NBC News: Trump nexwest êrîşeke berfireh li ser Îranê bike

NBC News: Trump nexwest êrîşeke berfireh li ser Îranê bike

PeyamaKurd- Kanala nûçeyan a Amerîkî NBC News ragihand, di êrîşên dawî yên Amerîkayê yên li ser Îranê de, tenê yek ji sê tesîsên nukleerî bi temamî hatiye rûxandin.

Herwiha di nûçeyê de hat gotin ku Serokê DYA Donald Trump, plana êrîşeke berfireh a ku bi hefteyan bidome red kiriye ku plana êrîşê, ji aliyê Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ve hatibû amadekirin.

NBC News ku nûçeya xwe dispêre rayedarên Amerîkî diyar kir ku di êrîşa li ser yek tesîsa nukleerî de kar û xebat bi giranî hatine astengkirin, lê belê, zirara li du tesîsên din ên nukleerî ne ewqas mezin e.

Li gorî rayedaran, ger Îran bixwaze, dikare di nav çend mehan de li van her du tesîsan ji nû ve dest bi dewlemendkirina uranyûmê bike.

Rayedaran destnîşan kir ku Trump ev plana êrîşê red kir, ji ber ku li dijî siyaseta wî ya dûrketina ji şeran bû û metirsiya windahiyên mezin di her du aliyan de hebû.

Ev nivîs 100 car hatiye xwendin.