Rûsya bi bombeya 500 kîloyî li AVM kî Ûkraynayê xist

PeyamaKurd – Rûsya bi bombeyekî 500 kîloyî êrîşê AVMkî li rojhilatê Ûkraynayê kir. Di encamê de 4 kes mirin û 24 kes birîndar bûn. 54 maxaza, 304 daîre û 8 erebe zerarê dîtin.
Hat gotin ku di êrîşê de Rûsya bomba Glide bikaraniye û dibe jimara miriyan zêdetir bibe.
Bûyer li devera Donetskê li bajarokê Dobropillia qewimî. Ragihandin ji aliyê serokê Îdara leşkerî ya Herêma Donetskê de hat kirin. Li ser bûyerê serokê Ûkraynayê Zelenskiy got:
“Dehşet e. Mantiqa êrîşê ya leşkerî tine. Gelek xetere û ev terora Rûsya ye. Armanca wan tenê kuştina zêdetir kesaye. Rûsya van êrîşên bêexlaqî dike.”
Bomba Glide dema tê berdan diçe hedefa xwe bi xwe dibîne. Ne şerte berdin ser hedefê. Carna bi satalaytê tê îdarekirin. Bomba dikare rêya xwe bibîne û bigihê hedefa xwe.
Dema bombeyên navborî berdin, ne mumkune ji hewa de bê îmhakirin.
Ev nivîs 86 car hatiye xwendin.




