Rejîma Îranê li Merîwanê kolberekî Kurd qetil kir

PeyamaKurd – Rejîma Îranê, Peyam Ehmedî, kolberê ciwan ê xelkê gundê Berqurûyê yê bi ser bajarokê Sewlavayê ve, roja Sêşemî, 15ê Tîrmeha 2025an, li herêma sînorî ya Hencîran a Merîwanê, ya Rojhilatê Kurdistanê qetil kir.
Hat ragihandin ku çekdarên rejîmê ew bêyî hişyariyê kirine hedef û bi vî awayî can daye.
Li gorî rapora Rêxistina Mafê Mirov a Hengawê, ev kolberê ciwan, zewicî û bavê zarokekê bû.
Cendekê wî duh roja Çarşemê ji aliyê xelkê ve hatiye dîtin û niha li morga nexweşxaneya Merîwanê tê ragirtin.
Bendewarî ew e ku îro, 17ê Tîrmehê, cendekê wî li bajarokê Sewlavayê bê veşartin.
Ev nivîs 199 car hatiye xwendin.




