Li Xarpêtê otomobîlekî ji ser rê derket: 2 kes mirin û 3 kes birîndar bûn

Li Xarpêtê otomobîlekî ji ser rê derket: 2 kes mirin û 3 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Xarpêtê (Elazığ) li navça Karakoçanê li ser rêya Xarpêt-Karakoçanê otomobil desthilata wê ji destê ajotvan derket û wergeriya jêr. Di encamê de 2 kes mirin û 3 kes birîndar bûn.

Nasnama ajotvanê otomobîlê nehat zanîn lê li ser bûyerê tîmên tenduristiyê, cendirme û îtfaiyê çûn ciyê bûyerê.

Birîndarên di nav otomobîlê de asê mabûn, îtfaiye wan ji otomobîlê derxit wan bir nexweşxana dewletê ya Karakoçanê.

Ev nivîs 120 car hatiye xwendin.