Ji Yekîtiya Ewropayê banga Siwêdayê

Ji Yekîtiya Ewropayê banga Siwêdayê

PeyamaKurd- Yekîtiya Ewropayê (YE) bi daxuyaniyekê, nîgeraniyên li hemberî pevçûnên li Siwêdayê ku di encamê de gelek sivîl bûne qurbanî, anî ziman.

Yekîtiya Ewropayê bang li hemû aliyan kir ku peymana agirbestê ya ku roja sêşemê hatiye girêdan bicih bînin û sivîlan bi tevahî bê ku cudahî bikeve navbera wan, biparêzin.

Di daxuyaniyê de hikumeta veguhêz a Sûriyeyê; ji aramkirina rewşê, vegerandina ewlehiyê, hesabxwestina ji tawanbaran û destpêkirina pêvajoya guhertina siyasî berpirs hat dîtin.

YEyê herwiha tirsa xwe ya li hemberî girankirina êrîşên Îsraîlê yên li dijî Sûriyeyê nîşan da û banga rêzgirtina ji serweriya Sûriyeyê re kir.

Ev nivîs 102 car hatiye xwendin.