Şanda DEMê û Bahçelî civiyan: Me nêrînên erênî bihîstin

PeyamaKurd- Şanda DEM Partiyê ya Îmraliyê piştî çekdanîna sembolîk ya PKKê îro 16ê Tîrmehê piştî hevdîtina ligel Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç, bi Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî re civiya.
Piştî civînê, endama şandeyê Pervîn Buldan ragihand, wan careke din nêrînên Bahçelî yên erênî derbarê pêvajoyê de bihîstine û pêwîstiya berdewama diyalogê û helwesteke hevbeş anî ziman.
Pervîn Buldan li ser naveroka civînê û gavên pêşerojê got: "Me careke din nêrînên erênî yên birêz Bahçelî derbarê pêvajoyê de bihîstin. Em ê ligel aliyên opozîsyonê û pêkhateyên Tifaqa Cumhur civîn û hevdîtinên xwe yên derbarê pêvajoyê de berdewam bikin. Bi taybetî di qonaxa avakirina komîsyonê de, pêwîstiya me bi hevdu heye. "
Buldan got: "Pêwîstiya me bi diyalogê heye. Pêwîstiya me bi helwesteke hevbeş heye. Em ê di her qonaxekê de serokên giştî yên partiyên siyasî agahdar bikin. Ji bo ku ev qonax veguhere qonaxa aştiyê, çi ji destê me were em ê bikin."
Şanda DEM Partiyê sibe jî bi Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel re dicive.
Ev nivîs 133 car hatiye xwendin.




