Şara: “Ez ê li Şamê bimînim û axa Sûriyê biparêzim”

PeyamaKurd – Piştî êrîşên Îsraîle yên ser Şamê serokê Şamê Ahmed Şara daxwuyanî da û got ku wê her buhist axa Sûriyê biparêze.
Balafirên Îsraîlê li Koşka serokkomariya Şamê û li baregeha serokerkaniyê xistibû. Hat ragihandin ku li tememê bajaran alarma giştî hatiye dayîn û heya fermana Şamê nebe divê kes nekeve nav tevgerê.
Artêşa Îsraîlê bi êrîşekî nesekinî û di wexta nîvro de gelek êrîşan bir ser Şamê. Wezareta tenduristiyê ya Şamê ragihand ku di êrîşan de 6 kes mirine û 28 kes birîndar bûne.
Li aliyê dinê wezîrê berevaniya Îsraîlê Yisrael Katz, di ser hesabê xwe yê Xê de ragihand ku wê êrîşên wan yên ser Şamê zêdetir bibin. Katz got eger Şam ji Suweydayê venekişe, wê êrîşên tund bibe ser Şamê. Katz xîtabê Durziyên li Îsraîlê kir û got:
“Ji bo parastina birayên we yên li Sûriyê hun dikarin bi artêşa Îsraîlê bawer bibin. Bi Benyamin Netenyahu re em ê soza parastina Durziyan bicîh bînin.”
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netenyahu di ser hesabê xwe yê Xê de xîtabê hemwelatiyên xwe yên Durzî kir û ragihand:
“Li rojavayê başûrê Sûriyê rewş xerabe û artêşa Îsraîlê ji bo Durziyan biparêze êrîşan dike. Daxwaza min ji we ew e ku hun hemwelatiyên Îsraîlêne. Dibe hun bên kuştin an dîl bikevin destê wan.”
Netenyahu got ku Durzî sînor derbas kirine û jiyana xwe xistine talûkê, dagerin malên xwe û îznê bidin da artêşa Îsraîlê bikeve nav tevgerê.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku piştî bûyerên li Suweydayê li ser sînorê Golanê kesên xwestin herin nav axa Îsraîlê ber li wan girtin.
Ev nivîs 112 car hatiye xwendin.




