Li Pakistanê êrîşê otobusa rêwiyan kirin: 3 kuştî û 7 birîndar

PeyamaKurd – Li Pakistanê li eyaleta Belûcistanê li devera Kalatê êrîşê otobusa rêwiyan kirin û di encamê de 3 kes mirin û 7 kes birîndar bûn. Otobus ji payîtexta Belûcistanê diçû lîmana Karaçiyê û li devera Kalatê ket ber êrîşê.
Rêvebirê polîsê cîh Habîb Neçarî biryarê piştrast kir û got ku heya niha kes bûyerê negirtiye ser xwe.
Berdevkê hukumeta Belucistanê Şahid Rind ragihand ku hêzên ewlehiyê mudaxeleyê bûyerê kirine û ji bo kesên bûyerê kirine bigrin dest bi operasyonan kirine.
Wezîrê karên navxwe yê Pakistanê Muhsin Nakwî bûyerê şermezar kir û got kesên bûyerê kirine ji aliyê Hindistanê de tên destekkirin.
Li Pakistanê ji ber mesela milletan çareser nebûye û serpûş hatiye kirin, li Hayber Pahtunhva û Belûcistanê grûbên serxwebûnxwaz dikevin nav tevgerê û li hêzên asayîşê dixin.
Pakistan dibêje ku Talîbana Pakistanê (TTP) li Afganistanê dimîne û êrîşan ji wê derê birêve bibe lê Afganistan red dike.
Li Belûcistanê Artêşa Rizgariya Belûcistanê (BLA) heye ku dixwaze dewleta Belûciyan hebe û xwe îdare bikin.
Ev nivîs 98 car hatiye xwendin.




