Parlamentoya Îranê: Bi Amerîka re danûstandina bê şert û merc nayê kirin

PeyamaKurd- Parlamentoya Îranê bi daxuyaniyeke hate xwendin mercê bo ji nû ve destpêkirina danûstandinên ligel Amerîkayê eşkere kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin, divê danûstandinên bi Amerîkayê re ji nû ve neyên destpêkirin heya ku şertên pêşîn bi tevahî neyên bicihanîn.
Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin, “Amerîkayê muzakere kiribû amûreke ji bo xapandina Îranê û veşartina êrîşên leşkerî yên ji nişka ve yên rejîma Siyonîst. Ji ber vê yekê, êdî danûstandinên bê şert û merc wekî berê nayên kirin.”
Ev nivîs 111 car hatiye xwendin.




