Ji Mazlum Ebdî banga Siwêdayê: Tawaneke dijî mirovahiyê ye

Ji Mazlum Ebdî banga Siwêdayê: Tawaneke dijî mirovahiyê ye

PeyamaKurd- Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî derbarê bûyerên dawî yên li Siwêdayê de daxuyaniyek weşand. Ebdî got ku ew bangên malbatên Siwêdayê digihin wan ku rêyên ewle ji bo sivîlan bên vekirin û êrîşên li ser wan bên rawestandin.

Ebdî destnîşan kir ku kuştina jin û zarokan û êrîşên li ser sembolên olî, tawaneke li dijî mirovahiyê û nirxên gelê Sûriyeyê ne û tekez kir ku divê ev çalakiyên êrîşkar demildest bên rawestandin û berpirsiyar hesab bidin.

Herwiha Ebdî bang kir ku êdî dem hatiye piştî 14 salên şer xwînrijandin bi dawî bibe û got, "Sûriye bi tolhildanê nayê avakirin, bi diyalog û aqilmendiyê bilind dibe."

Ebdî meseleya gelê Druzî wek meseleyeke neteweyî bi nav kir û got ku çareseriya wê divê destûrî be û bi rêya diyalogê pêk were.

Ev nivîs 148 car hatiye xwendin.