Netanyahû: Em ji bo tunekirina çeteyên rejîma Sûriyê ketin tevgerê

Netanyahû: Em ji bo tunekirina çeteyên rejîma Sûriyê ketin tevgerê

PeyamaKurd- Piştî ku artêşa Îsraîlê pêleke êrîşan bi ser saziyên hikûmeta veguhêz a Sûriyê de da destpêkirin û ji bo piştgiriya Durziyên çend roj in rastî êrîşan tên kete tevgerê, Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû peyameke vîdyoyî belav kir.

Netanyahû bal kişand ser rewşa Durziyan û herêma Siwêdayê û got, “Li Siwêdayê rewş gelekî cidî ye. Artêşa Îsraîlê ketiye tevgerê. Hêzên asmanî ketin tevgerê.”

Herwiha Netanyahû destnîşan kir, “Em ji bo rizgarkirina birayên xwe yên Durzî û jiholêrakirina çeteyên rejîmê dikeven tevgerê.”

Ev nivîs 132 car hatiye xwendin.