Bi İHAyê êrîşê ser seha petrolê ya Baedrê kirin

Bi İHAyê êrîşê ser seha petrolê ya Baedrê kirin

PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê li bajarê Duhokê li navça Şêxanê bi İHAyê êrîşê ser seha petrolê ya Baedrê kirin ku ev cara duyê ye êrîş dikin. Di encamê de xesara maddî çêbû lê ya canî çênebûye.

Piştî êrîşê di seha petrolê de agir bi sehayê ket û tîmên îtfaiyê dixebitin da agirê seha petrolê vemirînin.

Şîrketa ku petrolê derdixe ya DYAyê ya bi navê HKN Energy ye ku di nav heftê de cara duyem ketiye ber êrîşa dronan. Dezgeya Antîterorê ya Kurdistanê li ser rûdanê daxwuyanî da û got:

“Serê siba seet di 07.10an de bi dronê li seha petrolê ya Baedrê xistin ku şîrket ya Amerîkan Hunt Oil e. Di êrîşê de zerara canî nebûye lê xesara maddî çêbûye.”

Çavkaniya qeymeqamiya Şêxanê ragihandiye ku:

“Îro seet di 07.14an de û êvarê seet di 19.10an de bi 3 dronên cuda yên bombeyî êrîşê sehayê kirin.”

Li gor ragihandina Rûdawê; heya niha li Herêma Kurdistanê di meha Temmûzê de 16 car bi dronan êrîş kirine ser Herêma Kurdistanê û 6 êrîşên wan raste rast kirine ser sehayên petrolê.

Ev nivîs 95 car hatiye xwendin.