Agir li navendeke kirînê li Iraqê derket: Gelek mirî û birîndar hene!

Agir li navendeke kirînê li Iraqê derket: Gelek mirî û birîndar hene!

PeyamaKurd - Di şewata ku li navendeke kirînê û xwaringehekê li bajarê Kut ê başûrê Iraqê derket de herî kêm 50 kes mirin û bi dehan kes birîndar bûn.

Şeva borî li xwaringehek û navendeke kirînê ya li Kut, parêzgeha Wasit, agirê mezin ku sedema wê hîn nehatiye diyarkirin, derket. Li gorî daxuyaniya Parêzgarê Wasit, heta niha herî kêm 50 kes di şewatê de mirine.

Parêzgarê Wasit ragihand ku lêpirsîn li ser bûyerê hatiye destpêkirin. Tê gotin ku hin ji wan kesên ku hatine kuştin jin û zarok in. Hat ragihandin ku hin ji wan hîn jî di avahiya pirqatî ya ku hîpermarket û xwaringeh lê ne de asê mane, û tirs heye ku hejmara miriyan zêde bibe.

Herwiha şîna giştî ya sê rojan hat ragihandin.

Ev nivîs 64 car hatiye xwendin.