Artêşa Sûriyeyê vekişîna xwe ji Siwêdayê ragihand

Artêşa Sûriyeyê vekişîna xwe ji Siwêdayê ragihand

PeyamaKurd - Artêşa Sûriyeyê vekişîna xwe ji Siwêdayê, bajarekî ku piraniya niştecihên wê Durzî ne ragihand.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê (SANA), artêşa Sûriyeyê dest bi vekişîna ji bajarê Siwêdayê yê li başûrê Sûriyeyê kiriye.

Ev yekem gava berbiçav e ku ji agirbestê ve tê avêtin, ku ji hêla Amerîkayê ve jî hatibû xwestin.

Di nav rojê de li Siwêdayê di navbera hêzên Şamê û hêzên Durzî de pevçûn çêbûn.

SANA ragihand ku piştî lihevkirinê li seranserê Siwêdayê şer rawestiya.

Di 13ê Tîrmehê de li Siwêdayê, bajarekî li başûrê Sûriyeyê nêzîkî sînorê Urdunê, pevçûn dest pê kirin.

Ev nivîs 86 car hatiye xwendin.