Îngîltere û Almanya peymana piralî ya bi navê ‘Kensington’ê îmza kirin

PeyamaKurd - Îngîltere û Almanya peymana piralî ya bi navê ‘Kensingtonê’ ku di nav peymanê de ewlehî, bergirî, bazirganî, koç û lêkolînên zanistî hene îmza kirin.
Serokwezîrê Îngîltere Starmer û serokwezîrê Almanya Merz li ser peymanê gotin ku ev Peyman ya herî girînge di navbera Almanya û Îngîltere de hatiye îmzakirin.
Serokwezîrê Îngîltere Keir Starmer, piştî serokwezîrê Almanya Friedrich Merz bû desthilatê hukumeta Almanya, li payîtexta Îngîltere cara yekeme ku pêşwaziya wî kir.
Peymana ku her dû serokwezîr Starmer û Merz, ya bi navê Kensingtonê, li herêma Kensingtonê li muzeya Victoria û Albert îmza kirin, ji 23 rûpelan pêk tê. Wezîrê karên derve yê Îngîltere David Lammy û wezîrê kar û barên derve yê Almanya Johann Wadephul jî peymanê îmza kirin.
Li gor peymanê; wê her dû dewlet tetbîqatên hevpar yên leşkerî û perwerdê, xebatên bi hevre yên tehdîdên sîberî û agahiyan bikin, di mijara firotina çekan de wê bêhtir hevkariyê bikin.
Her dû welat li ser peymana kêşûhewayê ya Parîsê, xwurtkirina bazirganiyê, rêya geşepêdana aboriyê, teşwîqa îstîhdamê û zêdekirina karên bi kalîte li hev kirin.
Di peymanê de hevkariya li dijî terorîzmê, koç û li ser sûcên organîze, qaçaxçîtiya koçberan wê diyalogê û hevkariyê bikin. Li gor peymanê; wê di nav 10 salan de dest bi xebatên avakirina rêya hesin bikin.
Piştî şerê cîhanê yê duyem cara yekeme ku di navbera Almanya û Îngîltere de peyman tê girêdan.
Ev nivîs 54 car hatiye xwendin.




