Serokê Meclisê (TBMM) Numan Kurtulmuş heyeta HÜDA PARê qebûl kir

PeyamaKurd – Serokê meclisa Tirkiyê (TBMM) Numan Kurtulmuş serokê HÜDA PAR Zekeriya Yapıcıoğlu û heyeta pê re qebûl kir. Kurtulmuş di ser hesabê medya civakî ya meclisê de daxwuyanî da û got ku ew Yapıcıoğlu û heyeta pêre; parlementerê bajarê Dîlokê (Gaziantep) Şahzade Demir û parlementerê bajarê Mersinê Faruk Dinç qebûl kiriye.
Serokê giştî yê HÜDA PARê Zekeriya Yapıcıoğlu di parvekirina xwe de got:
“Me seredana serokê meclisê ya birêz Numan Kurtulmuş di meqamê wî de kir. Li ser pêvajoya nû di meclisê de komisyona ku bê avakirin, me jê agahiyan sitend û fikra xwe jê re got. Ji bo vejandina hûqûqa biratiyê, em ê her destekê bidin. Ji bo nezaketa serokê meclisa me sipasiya wî dikim.”
Ev nivîs 79 car hatiye xwendin.




