Bakirhan: Em li bendê ne Demirtaş bê nav me

PeyamaKurd- Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan, îro 17ê Tîrmehê li girtîgeha Edirneyê serdana Selahattîn Demirtaş kirin.
Bakirhan piştî hevdîtinê li ber deriyê girtîgehê ji rojnamevanan re axivî û got, “Em vê tînin ziman, di pêvajoyeke ku em aştiyê nîqaş dikin û çek bi merasîmê tên danîn de divê hevalên me yên ku bi doza komployî ya Kobaniyê hatine darizandin û girtin li cem me bin, ji bo birêvebirina vê pêvajoyê pêwîstiya me bi wan heye.”
Bakirhan derbarê naveroka hevdîtinê de wiha axivî: “Min ew gelekî saxlem, bi hêvî, bi moral û bi hêz dîtin. Wan silav û hezkirinên xwe ji kedkarên ku xebatên aştiyê dimeşînin re şandin. Pêvajoya ku em dimeşînin ji hundir ve dişopînin, piştgiriyê didin wê, hêvî dikin ku bi aştiyeke birûmet tacîdar bibe, dixebitin, serê xwe pê ve diêşînin. Me pêşniyar û rexneyên wan wergirtin, pêşniyarên hêja kirin. Wan diyar kir ku ew dê erk û berpirsyariyên ku dikevin ser milê wan bi cih bînin.
Wan neanî ziman lê em tînin ziman, di pêvajoyeke ku em aştiyê nîqaş dikin û çek bi merasîmê tên danîn de divê hevalên me yên ku bi doza komployî ya Kobaniyê hatine darizandin û girtin li cem me bin, ji bo birêvebirina vê pêvajoyê pêwîstiya me bi wan heye.
Biryareke Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) heye, ji bo pêkanîna pêwîstiyên pêvajoyê divê tiştek were kirin.
Ji bo ku ev pêvajo bi awayekî erênîtir bimeşe, divê biryara DMMEyê (ya bo Demirtaş û hevalên wî) jî li ber çavan were girtin û di serî de hevalên me yên ku di doza komployê ya Kobaniyê de tên darizandin serbest bên berdan, pêwîstiya me bi wan heye, di vê pêvajoyê de pêwîstiya me bi keda wan heye…”
Ev nivîs 110 car hatiye xwendin.




