Iraqê peymana Hewlêr-Bexdayê pejirand û 3 roj şîn ragihand

PeyamaKurd- Rojnameya El Sebah a girêdayî hikûmeta Iraqê, îro 17ê Tîrmehê biryara civîna Civata Wezîran a Iraqê eşkere kir.
Rojnameyê diyar kir ku di civîna kabîneyê de, Civata Wezîran a Iraqê weke hevxemiyeke ji bo merivên bûyera şewata bajarê Kût ku di encama şewatê de li navendeke danûstandinê 61 kes miribûn, sê roj şîna giştî ragihandiye.
Di heman civînê de hikûmeta Iraqê peymana di navbera Hewler û Bexdayê de pejirand ku doh 16ê Tîrmehê lihevkirina nû ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de li ser mûçe û mafên darayî pêk hatibû.
Piştî nîqaş û danûstandinan, Civata Wezîran pêşwazî li rêkeftinê kir û biryar da ku naveroka rêkeftinê bicîh bîne, ku biryar e mûçe û mafên darayî ji aliyê hikûmeta federal ve ji Herêma Kurdistanê re bişîne.
Ev nivîs 106 car hatiye xwendin.




