Rojava: 9 şervanên me di êrîşan de hatin kuştin!

Rojava: 9 şervanên me di êrîşan de hatin kuştin!

PeyamaKurd - Hêzên Ewlekariya Navxweyî yên Rojava ragihandin ku di rêze êrîşên çekdarî yên li dijî xalên kontrolê yên ewlehiyê li bajarê Tebqa li gundewarê parêzgeha Reqqayê û bajarokê Şedadê li başûrê parêzgeha Hesekê de, pênc şervan hatine kuştin û du jî birîndar bûne.

Navenda Medyayê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku çar şervanên wê di êrîşên li dijî deverên bandorê yên HSD de hatine kuştin.

Hêzên Ewlekariya Navxweyî yên hikûmeta Kurd, di daxuyaniyekê de li ser malpera xwe ya fermî diyar kir ku komên terorîst du xalên kontrolê yên hêzên wan li bajarê Tebqa hedef girtine û du endamên wan birîndar kirine. Di sibeha 14ê Tîrmehê de, êrîşek li ser yek ji xalên kontrolê yên ewlehiyê li bajarokê Şedadê hat kirin û pênc endamên wê hatin kuştin.

Eêberê Hêzên Ewlekariya Navxweyî yên Rêveberiya Xweser a Rojava Elî el-Huseyîn diyar kir ku di rewşa ewlehiyê ya li herêmên Rêveberiya Xweser de, di demên dawî de çalakiya şaneyên DAIŞê yên ku rasterast baregeh û xalên kontrolê yên ewlehiyê hedef digirin, zêde bûye.

Husên got, "Tevî van hewldanan, hêzên me bi saya asta xwe ya bilind a amadekarî û hişyariyê karîn êrîşan bi bandor têk bibin."

Ev nivîs 136 car hatiye xwendin.